Li kampên Idlibê koçber ji metirisyên Koronayê tên agahdarkirin
Li kampên bakurê rojavaya Sûriyê, bi taybetî li navçeyên sînorî yên parêzgeha Idlibê, koçber bi rêya tîmên pizîşkî yên rêxistinek hawarçûnê derbarê Koronayê tên hişyarkirin.
Li gor tîmên pizîşkî, wan bi sedên semînarên hişyariyê ligel koçberan li kampên bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîne.
Ibrahîm Ewed yek ji koçberên li wan kampan dibêje: “Li Simînarê û piştre, birayên pizîşk nîşanên nexweşiyê ji me re şirove kirin. Asankarî bo naskirina nexweşiyê bo me dan zanîn.
Herwiha çawa em ê muameleyê ligel bikin, û çawa endamên malbatê bikaribin xwe jê biparêzin.”
Bi sed hezaran koçber li nav kampên bakurê rojavayê Sûriyê bêyî jêrxana xizmetguzarî û tendirustiyê dijîn. Ji aliyê xwe ve ajansên hawarçûnê derbarê belavbûna Koronayê de hişyariyê didin.