Sê barên leşkerî yên Tirkiyê gihîştine parêzgeha Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314150-sê_barên_leşkerî_yên_tirkiyê_gihîştine_parêzgeha_idlibê
Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê qala derbasbûna sê barên leşkerî yên Tirkiyê bo parêzgeha Idliba Sşriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2020 15:14 Asia/Tehran
  • Sê barên leşkerî yên Tirkiyê gihîştine parêzgeha Idlibê

Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê qala derbasbûna sê barên leşkerî yên Tirkiyê bo parêzgeha Idliba Sşriyê kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku sê barên nû yên leşkerî yên Tikriyê Çarşemiyê bi şev bi derbasbûna ji derbasgeha sînorî ya Kefer Lusînê li derdora bakurê Idlibê derbasî vê parêzgehê bûne.

Vê çavkaniyê destnîşan kir ku piştî pêkhatin aagirbesa  nû li Idlibê bi dehan tank û panzêrên leşkerî hevrê digel bi hezaran çekdar derbasî navçeya Idlibê bûne û pêvajoya şandina çek û amûrên şêrr bo Idlibê hema wisa didome.

Di vê raporê da hatiye: Hejmara bar û amûrên şêrr ên Tirkiyê ku ji roja 2ê Sibatê va heta niha bo navçeya Kêmkirina Kêşeyan li Sûriyê hatine şandin, gihîştiye zêde ji 4600 babetan.

Zêdetir ji du mehan e ku Sûriyê operasiyona paqijkirina parêzgeha Idlibê ji bin lepên têrorîstan dest pê kiriye, lê Tirkiye ku li dijî vî karî ye û beşeka axa Sûriyê bi mehneya têkoşîna dijî têrorîsmê dagîr kiriye.