Çalakiyên HRE’yê didomin; 7 serbazên Tirkîyê hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314148-Çalakiyên_hre’yê_didomin_7_serbazên_tirkîyê_hatin_kuştin_19_çete_jî_birîndar_bûn
Di çalakiyên Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) yên li Efrînê de 7 leşkerên Artêşa Tirkîyê hatin kuştin û 19 çete jî birîndar bûn. Her wiha erebeyeke çeteyan jî hate rûxandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2020 14:24 Asia/Tehran
  • Çalakiyên HRE’yê didomin; 7 serbazên Tirkîyê hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûn

Di çalakiyên Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) yên li Efrînê de 7 leşkerên Artêşa Tirkîyê hatin kuştin û 19 çete jî birîndar bûn. Her wiha erebeyeke çeteyan jî hate rûxandin.

Di çalakiyên dawîn ên Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) de li Efrînê 7 çete hatin kuştin û 19 çete jî birîndar bûn. Her wiha HRE’yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku erebeyeke çeteyan jî hatiye rûxandin û topbarana herêmên Efrîn û Şehbayê ji hêla serbazên Artêşa Tirkîyê û têrorîstan ve bê navber didome.

Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:

“Roja 16’ê Adarê hêzên me li Efrînê li hemberî bendeke kontrolê ya çeteyan çalakiyeke li dar xisttin. Di encama çalakiyê de 4 çete birîndar bûn.

Roja 18’ê Adarê jî hêzên me li navenda bajarê Efrînê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama wan çalakiyan de 6 çete hatin kuştin, 15 çete jî birîndar bûn.

Li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û wesayitek hat rûxandin.

Bi giştî di encama çalakiyên 2 rojan de 7 çete hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkîyê û çeteyên wê gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber didin ber topan.”