Li Idlibê hejmareke leşkerên Tirkîyê hatin kuştin û birîndar bûn
Adar 19, 2020 14:24 Asia/Tehran
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji ber teqîna mayinekê li ser rêya M4 leşkerekî Tirkîyeyî hatiye kuştin û hinek jî birîndar bûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku du mayin ser rêya karwanekî leşkerî yê artêşa Tirkîyê li ser rêya M4 li nêzî gundê Mihembel ê deşta Roc a rojavayê Idlibê, teqiyan.
SOHR`ê diyar kir ku di encamê de gelek leşkerên dewleta Tirkîyê birîndar bûne û agahî derbarê kuştina leşkerî de hene.
Gelek karwanên leşkerî yên girêdayî çeteyên Cebhe El-Weteniye û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam berê xwe dabûn rêya Heleb-Lazîqiyê cihê ku leşkerên artêşa Tirkîyê lê hatin hedefgirtin. Di heman demê de artêşa Tirkîyê li herêmê bi dest bi operasyonekê kiriye.