Fermandarê HSD: Azadkirina Efrînê di rêza yekem a ewlewîyetên me da ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314143-fermandarê_hsd_azadkirina_efrînê_di_rêza_yekem_a_ewlewîyetên_me_da_ye
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî bi boneya duyemîn salvegera dagirkirina Efrînê peyamek belav kir û tê de got “Efrîn yek ji karên me yên destpêkî ye. Vegera şêniyên resen û çûyîna xeriban karê sereke yê me ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2020 13:43 Asia/Tehran
  • Fermandarê HSD: Azadkirina Efrînê di rêza yekem a ewlewîyetên me da ye

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî bi boneya duyemîn salvegera dagirkirina Efrînê peyamek belav kir û tê de got “Efrîn yek ji karên me yên destpêkî ye. Vegera şêniyên resen û çûyîna xeriban karê sereke yê me ye.

Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî li rûpela xwe ya twitterê peyamek bi boneya duyemîn salvegera dagirkirina Efrînê belav kir û dîyar kir: Rizgarkirina Efrînê dê karê wan ê sereke be.

Kobanî wiha got: “Azadkirina Efrînê di serê lîsta karên me yên sereke da cî digire û vegerandina Efrînê li welatiyên wê û derketina çekdaran jê karên me yên sereke ne.”

Fermandarê Giştî yê HSDê hewiha got ku divê civaka navneteweyî binpêkirin û tawanên şêrr ên ku her roj li Efrînê diqewimin, rawestîne.

Efrîn di 18`ê Adara sala 2018`an de bi ketina têrorîstên nasyar bi Artêşa Azad a Sûrîyê ku Enqere pişta wan digire nav navenda bajêr, ji kontrola hêzên YPG hat derxistinê û ket bin dagirkerîya Artêşa Tirkîyê û Artêşa Azad a Sûrîyê.

Artêşa Tirkîyê mideha 2 salên buhurî de hevgavê hewildanên berfire jibo guhertina dêmogirafîya parêzgeha Efrînê û derxistina xelkê resen û sereke û Kurdan ji wê herêmê, têrorîst li malên wan bicih kirine.