Têrorîst hema wisa agirbesa li Idlibê binpê dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314099-têrorîst_hema_wisa_agirbesa_li_idlibê_binpê_dikin
Binpêkirina berdewam a agirbesê ji aliyê komên têrorîst ên çalak li Navçeya Kêmkirina Kêşeyan li bakurê rojavaya Sûriyê hema wisa didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2020 04:17 Asia/Tehran
  • Têrorîst hema wisa agirbesa li Idlibê binpê dikin

Binpêkirina berdewam a agirbesê ji aliyê komên têrorîst ên çalak li Navçeya Kêmkirina Kêşeyan li bakurê rojavaya Sûriyê hema wisa didome.

Li gorî rapora SANA Newsê, Komên têrorîst ênm ser bi Tirkiyê binpêkirina agirbesê li Idlibê û êrîşa ser navçeyên Kefer Nebl û Hezarînê li dorhêla başûrî ya Idlibê didomînin.

Hêzên artêşa Sûriyê wek bersiva bo êrîşên têrorîstan, êrîşên topxaneyî ser meqerên têrorîstan pêk anîn.

Di vî halî da çavkaniyên sûrî qala liv û tevgerên nû yên têrorîstên Bereya Nusreyê li Cadeya Laziqiyê bo Helebê kirin.

Van çavkaniyan ragihandin ku çeteyên Bereya Nusreyê çeperên xswe xurt kirine.

Parêzgeha Idlibê baregeha herî dawî ya komên têrorîst li Sûriyê ye.