Karwanê eskerî yê Tirkiyê derbasî nav Sûriyê bû
Medyayan raghandin ku karwanekî eskerî yê Tirkiyê bi 15 trimbêlên eskerî, şeva buhurî derbasî navça Serêkaniyê li bakurê Sûriyê bûye.
SANA News'a Sûriyê nivîsî: "Hêzên Tirkiyê ev karwana çek û sîlehên eskerî guhestin bajarê Serêkaniya Sûriyê li gundê El-Erbeînê li 5 km ya sînorê bi Tirkiyê re."
Ji aliyê din va pêştir topxana artêşa Tirkiyê gundê Tewîle El-Wekayê li bakurê rojava bajarê Til Temirê li bakurê Sûriyê gullebaran kir û gelek xisaretên aborî li xekê û malên wan xist.
Di hemen demê de bombedanîna li başûrê Serêkaniyê ku meqera hêzên peya yên Tirkiyê li bakurê Sûriyê ser navê terorîstên "Cêyş El-Wetenî El-Sûrî" tê naskirin, bûn sedema candan û birîndarbûna hin kesan ku piştî wê terorîstan riyên hatçûçûyîna vê navçê girêdan.
Pêncşemiya buhurî li encama teqîna kamyoneka bombekirî li gundê Til Helefê derdora Serêkaniyê, çar hêzên artêşa Tirkiyê kuştin û 8 terorîstên ser bi wan jî birîndar bûn.