Li Kurdistana Sûriyê rewşa awarte hat ragihandin
Konseya Tendurustiyê ya Rêveberiya Xwerser a bakur û Rojhilata Sûriyê jibo pêşîlêgirtin li belavbûn vîrûsa Koronayê bo vê navçeyê, rewşa awarte ragihand.
Piştî ragihandina betalbûna dibistan, zanîngeh û derbasgehên sînorî yên Kurdistana Sûriyê li pey belavbûna Vîrûsa Koronayê li navçeyê, Konseya Tendurustiyê ya Rêveberiya Xwerser a bakur û Rojhilata Sûriyê bi daxuyaniyekê tevî ragihandina rewşa awarte li Kurdistana Sûriyê ragihand: Li pey civîna ku li Qamişlûyê hatiye lidarxistin, jibo pêşîlêgirtin li belavbûna Vîrûsa Koronayê li bakur û rojhilata Sûriyê, di çarçova tevdîran, rewşa awarte hatiye ragihandin.Menal Mihemed, Serokê Konseya Tendurustiyê ya navçeya Cizîrê li Rêveberiya Xweser jî tevî amajeya bi vêya ku "Heta niha babeta tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê nehatiye dîtin", got: Me rewşa awarte ragihandiye.Kurdistana Sûriyê her wiha hemî dibistan, zzanîngeh û derbasgehên sînorî girêdane.