Destpêbûna gerreçavdêrîya hevpar a Rûsiye û Tirkiyê li Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314046-destpêbûna_gerreçavdêrîya_hevpar_a_rûsiye_û_tirkiyê_li_idlibê
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê li bara destpêbûna gerreçavdêrîya hevpar a vî welatî û Tirkiyê li parêzgeha Idliba Sûriyê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2020 14:28 Asia/Tehran
  • Destpêbûna gerreçavdêrîya hevpar a Rûsiye û Tirkiyê li Idlibê

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê li bara destpêbûna gerreçavdêrîya hevpar a vî welatî û Tirkiyê li parêzgeha Idliba Sûriyê agahî da.

Li gorî rapora Sputnikê, Wezareta Berevaniyaê ya Rûsiyê raghand li gor bernama ku bo gereçavdêriyên hevpar hatiye kivşkirin ji îro va ev gereçavdêrî ji bajarokê Trombayê heta bajarokê Eyn Hewarê cih tên. 

Ev gereçavdêrî beşek in ji hevhatina navbera Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bi hevtayê xwe yê rûs Viladîmîr Pûtîn li civîna 5 Adara Moskowê.

Li gor vê hevhatinê, korîdora ewlehiyê bi dirêjatiya 12 km ji bakur û her wiha ji başûrê mezinriya M4ê ku Lazqiyê dizeliqîne Serqibê, pêk tê. 

Muzakira di 5`ê Adarê da ya serokkomarên Rûsiyê û Tirkiyê piştî gurrbûna nakokiyan navbera her du welatan têkildarî Idliba Sûriyê hat encamdanê.