Li Şamê bombe teqîya, kesekî canê xwe ji dest da
Adar 14, 2020 04:16 Asia/Tehran
Di encama teqîna maşîneke bombekirî li başûra Şamê de kesek hat kuştinê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), ew maşîna bombekirî li devera Dehadîlê li başûra Şam paytexta Sûrîyê hat teqandinê.
Ji hêla din ve Wezîrê Tranzîtê yê Sûrîyê Elî Hemûd ragihand ku ew jibo vekirina cadeya Heleb-Laziqîyê pişt cihanîna rêkevtinama Moskowê amade ne.
Wezîrê Tranzîtê yê Sûrîyê Elî Hemûd dîyar kir ku bi berfirekirin û xurtkirina ewlehî û istiqrarê, cadeya Heleb-Laziqîyê dê were vekirinê.