6 hezar kes jibo hilbijartina Parlimana Sûriyê bûne berendam
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313944-6_hezar_kes_jibo_hilbijartina_parlimana_sûriyê_bûne_berendam
Komîteya Bilind a Dadweriyê ya Hilbijartina Sûriyê ragihand ku 6 hezar û 390 kes jibo dora sêyem a Meclîsa vî welatî heta dawiya rojka şeşem a tomarkirinê, xwe kirine berendam.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2020 14:01 Asia/Tehran
  • 6 hezar kes jibo hilbijartina Parlimana Sûriyê bûne berendam

Komîteya Bilind a Dadweriyê ya Hilbijartina Sûriyê ragihand ku 6 hezar û 390 kes jibo dora sêyem a Meclîsa vî welatî heta dawiya rojka şeşem a tomarkirinê, xwe kirine berendam.

Nûrî Faris , Endamê Komîteya Bilind a Dadweriyê ya Hilbijartina Sûriyê  îro Çarşemiyê ji SANA Newsê ra got ku van kesan liparêzgehêîn cûrbicûr navê xwe tomar kirine.Nûrî Faris got: Pêvajoya wergirtina belgeyên berendaman û tomarkirina wan bêyî hîç nerazîtî û giliyekê heta niha pêk hatiye.Bi ragihandina Komîteya Bilind a Dadweriyê ya Hilbijartina Sûriyê , ji roja 5ê Adara 2020an va tomarkirina navê berendamên meclîsa vî welatî dest pê bû û bi qasî hefteyekê jî dê were domandin.Bişr Esedê serokomarê Sûriyê li gorî Xala 63 ji Qanûna Bingehîn a vî welatî bi destûrkarekê roja 13ê Nîsana 2020an wek dema lidarxistina dora sêyem a Hilbijartina Meclîsa Sûriyê da zanîn.Sûriyê 14 parêzgeh hene û gelê vî welatî bi giştî 250 nûneran bo heyama mçar salan dibijêre.