Dewama gereçavdêriyên polîsê eskerî yê Rûsiyê li sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê
Rayedarê pilebilind ê eskerî li Rûsiyê li bara dewama gereçavdriyên polîsê eskerî yê vî welatî li sînorê Sûriyê û Tirkiyê agahî da.
Li gorî rapora Sputnik`ê, Oleg Jorawlof serokê navenda aşitiya Rûsiyê li Sûriyê ragihand ku polîsê eskerî yê Rûsiyê gereçavdêriyên xwe li sînorê Sûriyê û li parêzgehên Heleb, Reqa û Hesekê dê bidomîne.
Oleg Jorawlof her wiha teqez kir ku balefirên eskerî yên Rûsiyê jî li van navçana û li çend riyan dê dest bi gereçavdêriyên esmanî bikin.
Gereçavdêriyên eskerî yên Rûsiyê beşeke ji hevhatina Tirkiyê û Rûsiyê li navçên kêmkêşe yên Sûriyê û piştî civîna li bajarê Sûçiyê bûn û heta beriya gurrbûna aloziyan navbera Moskowa û Enqerê li Idlibê ev geşt bi awayê hevpar cih dihatin.
Viladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê û Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê heftiya buhurî li bara aloziyên li parêzêgeha Idlibê, bakurê Sûriyê li bara agirbesê û destpêbûna gereçavdêriyên hevpar li vê parêzêgehê li hev kirin.