Hêzên hikumeta Suriyê li Idlibê bê şer pêş ve diçin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313857-hêzên_hikumeta_suriyê_li_idlibê_bê_şer_pêş_ve_diçin
Derengiya şeva derbasbûyî, hêzên hikumeta Sûriyê bêyî ku bi çeteyan re şêr bikin, li bejahiya Idlibê pêş ve çûn. Di heman demê de, hikumetê çete tawanbar kirin ku 19 caran agirbes binpê kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2020 13:22 Asia/Tehran
  • Hêzên hikumeta Suriyê li Idlibê bê şer pêş ve diçin

Derengiya şeva derbasbûyî, hêzên hikumeta Sûriyê bêyî ku bi çeteyan re şêr bikin, li bejahiya Idlibê pêş ve çûn. Di heman demê de, hikumetê çete tawanbar kirin ku 19 caran agirbes binpê kirine.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên hikumeta Sûriyê li bejahiya Idlibê pêş ve çûn û Meret Muxis û El-Birîc ên derdora Kefernibil bêyî ku bi çeteyan re bikevin nava şêr, kontrol kirin. Her wiha gundê El-Bara, Sefhwn û El-Fetîre yên bejahiya Idlibê topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve jî, ajansa Sana ragihand ku komên terorîst ku alîkarîyê ji rejîma Erdogan werdigirin, 19 caran agirbes binpê kirine û gundên Hezarîn û El-Dar El-Kebîr ên bejahiya başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Ajansa Nûçan a SANA`yê ji zarê Oleg Goravlyov Serokê Navenda Koordînasyonê li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got: "Di 24 saetên dawîn de, têrorîstan 19 caran agirbes binpê kirine."