Artêşa Sûrîyê 276 şar û gund ji lepên têrorîstan azad kirine
Adar 07, 2020 14:38 Asia/Tehran
Artêşa Sûrîyê di dewama pêşdaçûnên xwe li Idlib, Hema û Helebê di hefteyên vê dawîyê de, karî ku gellek deverên wan 3 parêzgehana ji lepên têrorîstan azad bike.
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi neyarên wî welatî ye, di daxyanîyekê de ragihand ku Artêşa Sûrîyê di encama opêrasyona dijî têrorîstan di 51 rojên vê dawîyê de 276 şar, bajêrok û gund li parêzgehên Heleb, Hema û Idlibê ji lepên têrorîstan azad kirine.
Ligorî wê daxûyanîyê, herwiha di wan 51 rojana de, 1138 têrorîst û 73 leşkerên Tirkîyê di encama opêrasyonên Artêşa Sûrîyê li parêzgehên Idlib, Hema û Helebê de hatine kuştinê.
Derba herî giran di 27’ê Sibatê de li Idlibê li Artêşa Tirkîyê ket ku di encamê de 33 leşkerên Tirkîyê hatin kuştinê.