Rûsya û Tirkiyê liser ragihandina agirbesê li Idlibê lihev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313804-rûsya_û_tirkiyê_liser_ragihandina_agirbesê_li_idlibê_lihev_kirin
Rûsya û Tirkiyê li hev kirin ku li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê agirbes were ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2020 04:37 Asia/Tehran
  • Rûsya û Tirkiyê liser ragihandina agirbesê li Idlibê lihev kirin

Rûsya û Tirkiyê li hev kirin ku li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê agirbes were ragihand.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan piştî civînekê ku nêzikî 6 demjimêran berdewam kir, di civneke çapemenîyê ya hevpar de pişikdar bûn.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di wê civîna çapemenîyê ya hevpar de got, “Peywendiyên me yên dualî, ji bo peydakirina derfeta çareseriyê jî dibin alîkar. Grûpên terorîst çalakiyên xwe li Idlibê zêde kirine û êrîşan encam didin. Her wiha leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin.”

Putin herwiha diyar kir ku divê yekparçetiya axa Sûriyê û serweriya wê bê parastin û wê şerê me li hemberî grûpên terorîst jî her berdewam be. Ez di wê baweriyê de me ku ev rêkeftina me, dawiyê li şeran û êşên xelkê sivîl bîne.”

Piştî Vladimir Putin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî ragihand ku wê demjimêr 12`ê şeva 5 û 6ê Adarê li Idlibê agirbes were cihanîn û bi vî awayî jî pêngavên aramkirinê bêne avêtin.

Piştî gotarên Putin û Erdogan, wezîrên derve yên herdu welatan rêkevtina herdu aliyan a derbarê parêzgeha Idlibê de xwendin.

Di wê protokolê de herdu aliyan jî tekezî li ser serwerî, serbixwebûn, yekgirtin û yekperçeyiya Sûriyê kirine.

Herwiha pêgirî hatîye kirin ku “têkoşîn û jinavbirina hemû grûpên ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî ve weke terorîst hatine naskirin” dê bidome.