Pûtîn û Erdoxan li Moskovayê li ser rewşa Idliba Sûriyê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313795-pûtîn_û_erdoxan_li_moskovayê_li_ser_rewşa_idliba_sûriyê_axivîn
Serokomarên Tirkiye û Rûsiyê li Moskovayê derbarê rewşa Idliba Sûriyê de axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2020 13:28 Asia/Tehran
  • Pûtîn û Erdoxan li Moskovayê li ser rewşa Idliba Sûriyê axivîn

Serokomarên Tirkiye û Rûsiyê li Moskovayê derbarê rewşa Idliba Sûriyê de axivîn.

Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkiyê îro di destpêka gotûbêjên digel Viladîmîr Pûtînê Serokomarê Rûsuiyê li Koşka Kirêmlînê de tevî pêgiriya liser pêweîstiya hewildana jibo kêmkirina kêşeyan li Idliba Sûriyê, got: Hevdîtina bi Serokomarê Rûsiyê ra jibo hilkolandina alûgorên navçeyê ji wan Sûriyê gellek girîng e.

Viladîmîr Pûtîn jî got: Rewşa Idlibê ewqas lihevaliyayî ye ku hewceyî gotûbêjên rasterast e.

Bi gurrbûna kêşeyan li parêzgeha Idliba Sûriyê, serokomarê Tirkiyêî ji ewropiyan xwestiye ku pişta tevgerên wî li Sûriyê bigirin û jibo zexta zêdetir li ser serokêîn Ewropayê, sînorên Tirkiyê ebr bi Ewropayê va li ser koçber û awareyan vekiriye.

Artêşa Sûriyê eva heyamek e ku opêrasyonek dijî têrorîstan jibo azadkirina Idlibê wek dawîn baregeha komên çete li vî welatî dest pê kirîye.

Lê Tirkiye bi vê îdiayê ku êrîşên artêşa Sûriyê dibin sebeba revîna welatiyên sivîl û çûyîna ber bi Tirkiyê va, hewil dide ku bi amadebûna xwe ya leşkerî li vê navçeyê, rê li ber operasiyona paqijkirinê ya artêşa Sûriyê li Idlibê bigire.