Hêzên hikûmeta Sûriyê careke din rêya M5 kontrol kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313760-hêzên_hikûmeta_sûriyê_careke_din_rêya_m5_kontrol_kirin
Hêzên hikûmeta Sûriyê careke din tevahiya rêya M5 kontrol kirin, ku berî çend rojan di encama dije-êrîşeke komên çekdar ên opozisyonê de ketibû destê wan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2020 13:15 Asia/Tehran
  • Hêzên hikûmeta Sûriyê careke din rêya M5 kontrol kirin

Hêzên hikûmeta Sûriyê careke din tevahiya rêya M5 kontrol kirin, ku berî çend rojan di encama dije-êrîşeke komên çekdar ên opozisyonê de ketibû destê wan.

Li gor ajansên xwecihî, hêzên artêşa Sûriyê roja Sêşemê 3ê Adarê gundê Qîrat li rojhilatê bajarê Seraqibê kontrol kirin û ew beşa rêya M5 ku di destê grûpên çekdar de bû, ji destê wan grûpan derxistin.

Li Sûriyê du rêyên sereke û stratejîk hene, ku yek ji wan M4 û ya din rêya M5ê ye.

Rêya M4 rojhilat û rojavayê Sûriyê bi hev re girê dide û ji deriyê sînorî yê Til Koçer  li ser sînorê Iraqê ve dest pê dike heta ku digihe bajarê Laziqiye li ser deryaya Medîteraneyê.

Rêya M5 rêyeke stratejîk e li Sûriyê û bajarê Helebê li bakurê wî welatî bi bajarên Hema, Hums û Şamê ve girêdide.

Wek bertek li hembe pêşketina hêzên hikûmeta Sûriyê, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî bajarokê Seraqib bombebaran kirin, ku di encamê de polîsên serbazî yên Rûsyayê ji bajarokê navborî vekişiyan.