HSD`ê îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkîyê derew dan zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313759-hsd_ê_îdîayên_wezareta_parastinê_ya_dewleta_tirkîyê_derew_dan_zanîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD`ê, îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkîyê ku têde îdîa dikir, 32 şervanên YPG`ê hatine kuştin, derew da zanîn û got: "Ev daxuyanî ji rastiyê dûr in."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2020 13:15 Asia/Tehran
  • HSD`ê îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkîyê derew dan zanîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD`ê, îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkîyê ku têde îdîa dikir, 32 şervanên YPG`ê hatine kuştin, derew da zanîn û got: "Ev daxuyanî ji rastiyê dûr in."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkîyê.

Daxuyanî HSDê wiha ye:"Di roja 2`ê Adarê de, ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkîyê ya dagirker ve daxuyaniyek hat weşandin. Li gorî daxuyaniyê 32 şervanên YPG di dema amadekariya êrişê de hatine şehidkirinê. Tiştên ku di vê daxuyaniyê de tên gotin ji rastiyê dûr in û bi armanca şerê taybet hatine ragihandin."

Li gor nûçek din, Hêzên Rizgarkirina Efrînê çalakiyeke din li dijî çeteyên artêşa Tirkîyê li Marê lidar xistin û di encamê de, 4 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragehand

Di roja 3`yê Adarê de, hêzên me li derdora bajarê Marê li hemberî noqteyek çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şera û gundên herêma Şehba bênavber bi obus û hawanan bombebaran dike."