Rûsiye: Tirkiye li Idlibê hevkariya terorîstan dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313756-rûsiye_tirkiye_li_idlibê_hevkariya_terorîstan_dike
Wezareta Berevanîyê ya Rûsiyê, Tirkiye tawanbar kir ku piştgiriyê dide rêxistinên terorîstî li parêzgeha Idlibê û raghand pêgeh û meqerên terorîstan û navendên çavdêriyê yên Tirkiyê tevlîhev bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Tirkiye li Idlibê hevkariya terorîstan dike

Wezareta Berevanîyê ya Rûsiyê, Tirkiye tawanbar kir ku piştgiriyê dide rêxistinên terorîstî li parêzgeha Idlibê û raghand pêgeh û meqerên terorîstan û navendên çavdêriyê yên Tirkiyê tevlîhev bûne.

Wezareta berevaniyê yê Rûsiyê her wiha amaje kiriye ku Enqerê li bara  damezirandina navça ewleh gor rêketinama Soçiyê işkest xwariye. 

Moskowayê her wiha raghandiye ku Tirkiyê bi zêdekirina hejmara hêzên xwe li vê deverê, qanûnên navdewletê binpê kirine.

Di beşeka din a wê daxûyanîyê de Wezareta berevaniyê yê Rûsiyê amaje bi vê yekê kiriye ku hejmara êrişên ser pêgeha hewayî ya Humeymîmê nêzîkî bajarê Lazqiyê, zêdetir bûne. 

Ji destpêka meha Sibatê ve û ji ber kuştina hejmarek ji eskerên Tirkiyê pevçûnên navbera Tirkiyê û Rûsiyê gurtir bûne.