SANA NEWS'ê jordaxistina 2 balafirên sûrî li Idlibê piştrast kir
Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA NEWS) jordaxistina 2 balafirên sûrî li Idlibê piştrast kir.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA NEWS), hêzên Artêşa Tirkîyê 2 balafirên sûrî li parêzgeha Idlibê kirin armanc û her du firokevanan jî xwe bi paraşûtê xilas kirin û ketin herêma di bin kontrola hêzên hikûmetê da.
Ligorî vê raporê, Balafireke bêpîlot a Artêşa Tirkîyê li esmanê şarê Seraqibê li derdora Idlibê difirîya ku ket ber êrişa hêzên Artêşa Sûrîyê.
Fermandetîya Artêş û Hêzên Çekdar a Sûrîyê jî di daxûyanîyekê de ragihand: Esmanê wî welatî li bakura rojava nemaze li parêzgeha Idlibê ser hemî balafirên cengê û balafirên bêpîlot ên welatê zorbêj û êrişker da girêdayî ye.
Di dewama daxûyanîya Fermandetîya Artêş û Hêzên Çekdar a Sûrîyê de hatîye: Balafirên welatên êrişker û zorbêj dê li axa Sûrîyê bên têkbirinê û hewildanên zorbêjane li axa Sûrîyê jibo rizgarkirina têrorîstan li Idlibê jî dê ser nekevin.
Herwiha Wezareta Berevaniya Rûsyayê red kir ku balafireke Rûsî ji curê Sukhoi-24 li esmanê bajarokê Seraqib ser bi Idlibê hatiye xistin.