Rêveberiya Xweser amadebûn xwe ji bo pêşwazîkirina koçberên Idlibê ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga xwe ya pêşwazîkirina şêniyên Idlibê yên ji ber şerê koçber dibin, nû kir û bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bi awayekî yekser bi wan re koordîne bike da ku alîkariya mirovî bigihînin herêmê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha tekezî bi pêwîstiya lêvegera biryara xwe ya girtina dergeha El-Yeirûbiyê ya sînorî û pêkanîna berpirsyariyên xwe yên mirovî li hemberî hejmara mezin a koçberan, kir.Daxuyanî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:"Bi kûrbûna aloziya mirovî li Idlibê ji ber şerê li wir û bandorên wê li ser sivîlên ku di rewşeke xirab re derbas dibin, ku bû sedema pêla koçberiyê ya mezin, hevkarî, ked û tevgereke girîng ji bo sivikkirina azarên wan, pêwîst dike.Beriya niha jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê wekî parçeyekî ji erk û berpirsiyên wan, ragihandibû ku amade ne erka xwe ya mirovî pêk bîne.