Sûriye: Tirkiye dixwaze NATO ji berjewendiyê xwe re bikar bîn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313670-sûriye_tirkiye_dixwaze_nato_ji_berjewendiyê_xwe_re_bikar_bîn_e
Nûnerê Sûriye di Neteweyên Yekgirtî de Beşar Caferî diyarkir ku Tirkiye dixwaze bi gefan û şantajan welatên Ewrûpa bikşîne aliyê xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2020 08:36 Asia/Tehran
  • Sûriye: Tirkiye dixwaze NATO ji berjewendiyê xwe re bikar bîn e

Nûnerê Sûriye di Neteweyên Yekgirtî de Beşar Caferî diyarkir ku Tirkiye dixwaze bi gefan û şantajan welatên Ewrûpa bikşîne aliyê xwe.

Caferî di civîna Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ya Netweyên Yekgirtî derbarê Krîza Idlibe de got: “Welatê min li dij siyaseta rejîma Erdogan hemberî xelkê sivî û bêtawan ên Sûriye ye ku ber bi şer ve bikşîne û Hevpeymaniya NATO bike hevbeşê lîstikên xwe û ji bo hedefên xwe sivîlan wekî gefekê hemberî welatên Ewrûpayê bikarbîne”.

Nûnerê Sûriye di Neteweyên Yekgirtî de daxwaz ji welatên Ewrûpayê kir ku nebin hevbeşê kiryarên şermezar ên rejîma Erdogan û pabendî qanûnên navneteweyî bin.

Dewleta Erdogan ji bo standina bacê ji Ewropayê û hevbeşkirina wê li kiryarên xwe yên li dijî Sûriyê deriyên sînorê xwe yê tev Ewropayê li ser koçberên li Tirkiyê vekirine û di vê barê de 

Rêxistina Koçê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li sînorê 212 kîlometreyî yê Tirkiyê tev Ewropayê niha herî kêm 13 hezar koçber kom bûne ku di nava koçberan de malbatên bi zarok jî hene.