Konseya Ewlehiyê daxwaza damezrandina demlidest a agirbesê li Idlibê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313647-konseya_ewlehiyê_daxwaza_damezrandina_demlidest_a_agirbesê_li_idlibê_kir
Konseya Ewlehiyê bi piraniya dengan ji aliyên têkildar li bakurê Sûriyê xwest ku bi zûtirkê operasyona eskerî rawestînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 29, 2020 12:48 Asia/Tehran
  •  Konseya Ewlehiyê daxwaza damezrandina demlidest a agirbesê li Idlibê kir

Konseya Ewlehiyê bi piraniya dengan ji aliyên têkildar li bakurê Sûriyê xwest ku bi zûtirkê operasyona eskerî rawestînin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, piraniya endamên konseya ewlehiyê ya NY vê sibê li civîneka awarte daxwaza damezrandina agirbesa demlidest li bakurê rojavaya Sûriyê kirin. 

 Vê konseyê nekarî biryarnama  pêwîstî li vê barê bide. 

 Doyçê Vêlê (Deutsche Welle) li vê barê nivîsî nunerên 13 welatan ji 15 endamên Konseya Ewlehiyê piştgirî dan daxwaza Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê NY bona rawestandina operasyoan eskerî li bakurê Sûriyê û nêzîkî sînorê Tirkiyê. 

 Civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê piştî candana 33 esekrên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê li encama êrişa hewayî ya Sûriyê û ser daxwaza Emerîka, Inglîz, Almanya, Firansa, Belcîka, Stonî û Komara  Domênîkênê hat lidarxistin.