Çek û cebilxaneyên çêkirî li Tirkiyê li başûrê Sûriyê hatin dîtin
Sibat 28, 2020 15:12 Asia/Tehran
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê hin çek û cebilxane li veşartîgehên komên têrorîst li bakurê vî welatî keşf kirine ku beşek ji wan berhemhatî li Tirkiyê ne.
Li gorî rapora roja Îniyê ya kanala Meyadîna Libnanê, ev çek pêkhatî ji cûreyên tivingan, reşaşe, topên hawanê, mûşekên dijî-firoke û helîkopteran û cûreyên topan in.
Hêzên sûrî her wiha hejmareke firokeyên bêfiroekvan û alavên têkillîgirtinê dîtin û dest danîn ser.
Hevdem çavkaniyên leşkerî yên Sûriyê ragihandin ku têrorîstên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê li parêzgeha Idlibê (bakurê rojavaya Sûriyê) mûşekên Mil-Avêj ên berhemhatî li Amerîkayê jibo êrîşa ser firokeyên şêrr ên Sûriye û Rûsiyê bi kar tînin.