Artêşa Sûriyê rê li ber trimbêlên zirixî yên Emerîkayê girt
Artêşa Sûriyê li derdora Qamişloyê li bakurê rojhilata vî welatî rê li ber trimbêlên zirixî yên Emerîkayê girt.
SANA Newsê, vê sibê raghand:Posta îst û lêgeriyê ya artêşa Sûriyê li gundê Hamûyê li derdora Qamişloyê,rê li ber trimbêlên zirixî yên artêşa Emerîkayê girt.
Li gorî vê raporê, xelkê gundê Hamoyê ber bi trimbêlên zirihî kevir avêtin û eskerên emerîkî nerçar man terka vî welatî bidin.
Pêştir jî trimbêla eskerî ya Emerîkayê li parêzgeha Heseka Sûriyê ji hêla îst û lêgeriya artêşa vî welatî hatibûn rawestandin ku bû sedema pevçûna navbera emerîkiyan û xelkê hazir li navçê û dawiya dawî bi avêtina gulla eskerên Emerîkayê welatiyekî sûrî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Welatiyên sûrî ji ber raghandina çendcarî ya rayedarên koşka Sipî derheq derketina hêzên emerîkî ji Sûriyê û cihnehatina vê sozê, hêrs bûne û carnan navbera xelkê rojhilata Sûriyê û hêzên emerîkî pevçûnên çekdariyê diqewimin.