Teqezkirina Îranê ser aramkirina demlidest a rewşa aloz a Idlibê
Wezareta derve ya Îranê, rêveberiya rewşa aloz li Idliba Sûriyê û aramkirina demlidest wê pêwîst da zanîn û teqez kir: Îran ji nêzîk va û bi hestyarî li halê şoandina alugurên meydanî û dûhatên wê li Idliba Sûriyê ye.
WEzareta derve ya Îranê îro li daxûyaniyekê li bara alûgurên li Idliba Sûriyê raghand: Îran ji ber biryara berê ya rayedarên pêvajoya Astanê bawer e ku ev civîna dikare di dewama hevhatinên berê yên vê pêvajoyê, rawestana li ber terorîzmê, girtina pêşiya dereya li xelkê sivîl û çareserkirina siyasî ya pirsgirêkan, pênagevaka bi bandor hilîne.
Li vê daxûyaniyê hatiye: Îran bi şermezarkirina kiryarên aliyê sisyan bona derbelêxistina li pêvajoya Astanê û her wiha kiryarên Emerîkayê ku bi awayê neberpirsiyarane her tim li dû pêkanîna aloziyê li navçê bûye û armanca wê ji hizûra wxe li Sûriyê talankirina çavkaniyên niftê yên vî welatî ragahndiye.
Bi şirîkên xwe li pêvajoya Astanê berdewam di peywendiyê de bûye û hewldana xwe bona kutakirina rewşa aloz, bidomîne.
Operasyona artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li parêzgeha Idlibê ku dawîn meqera komên terorîstên li vî welatî tê hesabê. rastî berteka erênî ya Tirkiyê û gefên berdewam ên vî welatî hatiye.
Artêşa Tirkiyê li rojên derbas bûyî bona piştgiriya ji terorîstan, bi caran meqerên artêşê û binavahiyên Sûriyê li parêzgeha Idlibê daye ber êrişan.
Niha hin navçên bakurê Sûriyê di kontrola artêşa Tirkiyê de ne.