Lavrov: Em serpişkiyan nadine terorîstan li Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir ku welatê wî dê serpişkî û puenan nede terorîstên li Sûriyê.
Li gorî rapora roja Îniyê, 28êî Sibatê, ya Fars Newsê, Sêrgêyî Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di civîna nûçeyî ya hevpar tev hevtayê xwe yê Lokzambûrgî, Jean Asselborn, got: Divê em hesaba têrorîstan ji gelê Idlibê cida bikin û mafê artêşa Sûriyê heye ku baregehên têrorîstan xopan bike.
Lavrov tevî rexneya ji bêsoziya Tirkiyê derheqê lihevkirina ku pêştir digel Rûsiyê wajo kiriye, li ser pêwîstiya sozdariya Enqerê jibo jiçekkirinê û rêzgirtina li agirbesê li Idlibê û sozdariya li biryarnama Konseya Ewlehiyêya NY derbarê Sûriyê pêgirî kir.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha ji ber candana hejmareke hêzên Tirkiyê li Sûriyê sersaxîda Enqerê û ragihand ku Moskova amnade ye ku ewlehiya hêzên Tirkiyê li Sûriyê xurt bike.
34 çekdarên Tirkiyê berbanga îro Îniyê di encama êrîşa esmanî li nêzikî gundê Bareyê li Cebel Zaviyeya derdora parêzgeha Idlibê hatin kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku hêzên Tirkiyê di nava têrorîstan da bûn û Enqerê di warê hebûna çekdarên xwe li Idlibê em agah nekiribûn.