Rûsiyê 2 keştiyên xwe yên cengê şandine perravên Sûriyê
Li pey qewimîna pevçûnên çekdarî navbera artêşa Tirkiyê û hêzên sûrî-ûris li Idlibê, du keştiyên cengê yên Rûsiyê yên tijî mûşekên Cruise, ber bi Deryaya Sipî û perravên Sûriyê va bi rê ketin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Elêksî Rolêv Nûnerê Hêza deryayî ya Rûsiyê li Deryaya Reş îro anku Pêncşemiyê ragihand: Keştiyên Edmîral Makarov û Edmîral Girîgorîç ji tengava Bosforê li nêzikî Tirkiyê di halê hereketa ber bi Sûriyê va ne.
Ev karê Rûsiyê piştî wê yekê pêk tê ku di êrîşa esmanî ya êvara Pêncşemiyê li Idlibê 34 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û Moskoyê wek berteka ragihand ku hêzên Tirkiyê di nava çeteyan da bûn.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens(Yêns) Stoltenberg ragihand ku ev rêxistin li ser daxwaza Tirkiyê îro Îniyê dê civîneke awarte li dar xîne.
Operasiyona artêşa Sûriyê li parêzgehên Idlib û Helebê li dijî komên terorîst tûşî dijayetiya hêzên Tirkiyê hatiye ku pişta terorîstan digirin. Tirkiyê beşeka axa Sûriyê dagîr kiriye.