Beşar Ceferî: Tirkiye piştgiriya terorîstan dike
Nûnerîê Rûsyayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Ceferî duh Tirkiye tawanbar kir ku piştgiriya terorîstan dike û got: Terorîstan binavahî û teşkîlatên aborî û pêşeyî yên bajarên Sûriyê ji navbirine û bi milyonan kes aware kirine.
Beşar Ceferî li rûniştina Konseya Ewlekariyê ya NY ya derbarê Sûriyê bal kişand ser êriûn dewleta Tirkiyê ser bakura Sûriyê û dagîrkirina van deveran û piştgiriya ji komên terorîst li Sûriyê û got: Dewleta Tirkiyê qet nikare van bernamên xwe yên qirêj bi ser bêxe.
Parêzgeha Idlibê devera herî dawiyê ye ku li bin lepên terorîstan maye û Tirkiyê ji bo piştgiriya ji wan hêzên xwe şandine nav vê parêzgeha Sûriyê û naxwaze ku terorîstên li wir têk biçin. Ji bo azadkirina vê parêzgehê ji bin lepên terorîstên hanê eva du meh in Sûriyê operasiyoneke berfire daye despêkirin ku eva bûye sedema hêrsbûna rayedarên tirk.
Artêşa Tirkiyê piştî şikestên vê dawiyê yên terorîstan li parêzgeha Idlibê gelek leşker û wesayîtên şêr şandin vê parêzgehêê bona piştgiriya ji terorîstan.