Bijartina Enwer Muslim û Ayişe Heso bo serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîka Sûryê( PYD)
Heştemîn kongra partiya Demokratîka Sûriyê (PYD) piştî du rojan lidarxistina li navça Remîlanê li parêzgeha Qamişloyê dawî bûye û endamên partiyê li dawiya kongirê Enwer Muslim û Ayişe Heso wek hevserokên nû yên partiyê bijartin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê,heştemîn kongira partiya Yekitiya Demokartîk a Sûriyê( PYD) piştî du rojan lidarxistina li navça Remîlanê li parêzgeha Qamişloyê dawî bûye û endamên partiyê li dawiya kongirê Enwer û Ayişe Heso wek serokên hevpar ên nû yên partiyê bijartin.
Li gorî nivîsîna Hawar Newsê, heşetemîn kongra PYD bi beşdriya 600 kes ji endamên vê partiyê li du rojan hat lidarxistin ku roja ewil kiryarên PYD li salên buhurî hatin hilkolandin roja dudyan jî piştî piştrastkirina siaysetan û prespektîvên partiyê bo dewrana pêşber ji endaman, hilbijartinên hevserokên partiyê hat lidarxistin ku li encama vê hilbijartinê Enwer Muslim û Ayişe Heso bi bidestxistina piraniya dengan wek hevserokên PYD hatin bijartin.