Amerîka baregehên xwe yên leşkerî li rojhilata Sûriyê xurt dike
Sibat 27, 2020 11:58 Asia/Tehran
Çavkaniyên agah ragihandin ku 300 kamiyonên amerîkî bi rêya derbasgeha sînorî ya Welîd a Iraqê derbasî rojhilata Sûriyê bûne.
Li gorî rapora ajansa Anadoluyê, Çavkaniyên agah ragihandin ku 300 kamiyonên amerîkî bi rêya derbasgeha sînorî ya Welîd a Iraqê derbasî rojhilata Sûriyê bûne. Tê gotin barê van kamiyonan pêdiviyên avahîçêkirinê bûne.
Van çavkaniyan ku nexwestine navê xwe aşkira bikin, ragihandin ku hin kamiyon gihîştin baregeha Til-Bîderê û hinek jî çûn Til-Berakê.
Tê gotin çend kamiyon jî çûne navçeya niftzêm a El-Omer ku baregeha Amerîkayê têde heye.
Her wiha hêzên amerîkî li Dêrazorê baregeheke leşkerî ku ketiya aliyê perravên Çemê Firatê û li hemberî baregeha leşkerî ya Rûsyayê ava kirine.