YE xwest ku bila şer û pevçûnên li Idlibê bi dawî werin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313576-ye_xwest_ku_bila_şer_û_pevçûnên_li_idlibê_bi_dawî_werin
Yeketiya Ewropayê (YE) bêyî ku balê bikişîne ser mudaxileyên Amerîka, Tirkiyê û dewletên ewropî yên piştgirê Koşka Sipî li Sûriyê xwest ku bila şer û pevçûnên li Idlibê bi dawî werin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2020 05:47 Asia/Tehran
  • YE xwest ku bila şer û pevçûnên li Idlibê bi dawî werin

Yeketiya Ewropayê (YE) bêyî ku balê bikişîne ser mudaxileyên Amerîka, Tirkiyê û dewletên ewropî yên piştgirê Koşka Sipî li Sûriyê xwest ku bila şer û pevçûnên li Idlibê bi dawî werin.

AFP ragihand ku wezîrên 14 welatên endamên YE ji wan wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas duh di daxuyaniyekê ji dewletên Sûriye û Rûsyayê xwestin bi lez şer û pevçûnan bi dawî bînin û ji bo kêmkirina rageşî û neyariyan bi dewleta Tirkiyê bikevin nav muzakireyê.

Daxuyaniya 14 welatên endamên YE di rewşekê de ye ku Waşîngton û piştgirên wê yên ewropî û Tirkiye piştgirên serke yên Terorîstan li Rojavayê Asya û Sûriyê ne.

Wezîrên derve yên wan 14 welatên endamên YE îdia dikin, karê ku Moskow bi navê şerê li dijî terorîsmê li Sûriyê dike, binpêkirina qanûnên navneteweyî yên derheq mafê mirovan e.

Eva zêde ji du meh in ku Sûriyê bona azadkirina parêzgeha Idlibê ji bin lepên terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e operasiyoneke berfire daye despêkirin ku eva bûye sedema hêrsbûna rayedarên Tirkiyê û wan jî liv û tevgerên xwe yên leşkerî û dagîrkerî li navçê zêde kirine ku eva bûye sedema berteka tund a Rûsyayê li hemberî wê.