Artêşa Sûrîyê derbasî bajarê istiratêjîk ê Kefer Nebilê bû
Sibat 26, 2020 07:54 Asia/Tehran
Hêzên Artêşa Sûrîyê di dewama şerê himberî têrorîstan û hewildana jibo derxistina wan ji başûra Idlibê de, derbasî bajarê istiratêjîk ê Kefer Nebilê bû .
Di encaam dewama pêşdaçûna hêzên Artêşa Sûrîyê li başûra Idlibê e, bi sedan têrorîstên Ensar el Tewhîd û Cebhet ul Nusrê şeva buhurî neçar man ku çeperên xwe li şarê Kefer Nebilê li derdora başûra Idlibê de cî da bihêlin û birevin bintarên rojhilata çîyayê Zawîyê.
Hêzên Artêşa Sûrîyê pêşdaçûna xwe ber bi bajarokê Has`ê ku derîyê rojhilata şarê Kefer Nebilê ye didomînin.
Artêşa Sûrîyê berî ku şarê istiratêjîk ê Kefer Nebilê ji lepên têrorîstan azad bike, duh jî li mêhwera Nêrebê gund û bajarokên Til El-Nar, ŞêX Mistefa, Neqîr, Kefir Sicnê û Şêx Damis kontrol kirine.