Artêşa Sûrîyê balafireke bêpîlot a Tirkîyê jorda xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313546-artêşa_sûrîyê_balafireke_bêpîlot_a_tirkîyê_jorda_xist
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku Artêşa Sûrîyê balafireke bêpîlot a Artêşa Tirkîyê li derdora başûra Idlibê jorda xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2020 04:40 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê balafireke bêpîlot a Tirkîyê jorda xist

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku Artêşa Sûrîyê balafireke bêpîlot a Artêşa Tirkîyê li derdora başûra Idlibê jorda xist.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA), Artêşa vî welatî duh danê êvarê balafireke bêfirokevan a hêzên Tirkîyê li devera Dadixê li derdora başûra Idlibê jorda xist.

Balafirên cengê yên Artêşa Sûrîyê jî duh danê êvarê balafirgeha Teftinazê li Idlibê ku leşkerên Tirkîyê têda ne, dan ber bombeyan.

Ji hêla din ve, Artêşa Sûrîyê li başûra Idlibê li mêhwera Nêrebê himberî grûpên çekdar pêşve diçe, li gor fermandarên meydanî yên artêşê wan gund û bajarokên Til El-Nar, ŞêX Mistefa, Neqîr, Kefir Sicnê û Şêx Damis kontrol kirine. Hedvem hêzên hikûmetê berê xwe dan navçeya Çiyayê Zawiye daku wê ji destê grûpên çekdar azad bikin.

Di pêşveçûna xwe de ber bi navçeya Çiyayê Zawiyê ve artêşa Sûrî gund û bajarokên Hintûtîn, Rikaya, Mearr Zîta, Cibala, Mear Hurmê, Um Essîr û Mearret Essîn kontrol kirin.

Fermandarekî meydanî ji rtêşa Sûrî dibêje: “Piştî ku artêşa Erebî Sûrî rêya serekî ya navdewletî ya di navbera Şam û Helebê de kontrol kir û vekir, dest bi operasyonek leşkerî  ya nû ber bi Çiyayê Zawiyê ve kir, daku grûpên terorîst li wê derê dorpêç û armanc bike. Niha me ji Kefir Sicnê û Şêx Damis dest bi operasyonê kiriye, ew jî piştî me Şêx Mistefa û Neqîr kontrol kirin, hêzên me berê wan li Çiyayê Zawiyê ye, daku em hemû axa Komara Erebî Sûrî rizgar bikin.”

Hêzên Artêşa Sûrîyê di pêşveçûna xwe de duh jî gund û bajarokên Hintûtîn, Rikaya, Mearr Zîta, Cibala, Mear Hurmê, Um Essîr û Mearret Essînê azad kirin.