5 leşkeriyên din ên Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin
Medyayayên cîhanê dibêjin: 5 leşkerên Tirkiyê di encama êrişa hawayê li derdora Idlibê hatin kuştin û zêde ji 5 kesan jî birîndar bûne.
Skay Newsê ragihand ku balafirên şer li Idlibê êrişê xala artêşa Tirkiyê li Kensfureyê yê derdora başûra Idlibê kirine û di encamê de 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û gelek xisar gihandin çek û cebilxanên Artêşa Tirkiyê li vê navçê û hejmarek otombîlên serbazî jî hatin şewitandin..
Hîn Tirkiyê li vê barê de ti daxuyaniyek nedaye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku di encama êrîşa balafirên şer de li Idlibê 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û zêde ji 5 leşkerên din jî birîndar bûne.
Çavkaniyên tirk çend rojan berî viya jî ragihandin ku 8 leşkerên Tirkiyê di şer û pevçûnên parêzgeha Idliba Sûriyê hatine kuştin.
Eva zêde ji du meh in ku Sûriyê bona azadkirina parêzgeha Idlibê ji bin lepên terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e operasiyoneke berfire daye despêkirin ku eva bûye sedema rayedarên Tirkiyê û wan jî liv û tevgerên xwe yên leşkerî û dagîrkerîli navçê zêde kirine.