Grûpên çekdar 10 welatiyê Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên ku bi alîkariya artêşa Tirkiyê Efrîn dagîr kirine bi armanca koçberkirina xelkê Efrînê, welatiyên Efrînê bi bihaneyên curbicur direvînin û pereyan ji wan distînin û mal û milkên wan didizin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Lîwa El Şimal duhî bi ser gundê Kolîka yê navçeya Mabeta de girt û bi bihaneya pişknînê derbasî hejmarek malan bûn û dest bidiziyê kirin û du welatiyên bi navê Mustefa Mihemed Silêman û Îbrahîm Mihemed Mustefa revandin.
Vê rêxistinê herwiha da zanîn ku grûpeke çekdar û Îstixbarata Tirkiyê duhî welatî Hesen Hesen Kolîko yê ji gundê Memila li navçeya Cindirêsê bû revand.
Ji aliyekî din ve, grûpa Semerqend bi ser gundê Delay ê navçeya Mabeta de girt û 5 welatiyên din revandin, piştî ku du kesan ji wan her yekê 140 hezar Lîreyên Sûrî dan, berdan.
Wê rêxistina mafên mirovan herwiha diyar kir grûpeke çekdar li gundê Zêtûnekê yê navçeya Şera welatî Rohilat Mihemed ji 17ê vê mehê revandiye.
Wê herwiha diyar kir rêbenda li gundê Kefir Cenê îro welatî Reşîd Menan Hemdoş revand.