Gotereş daxwaza agirbesa lezgîn li Idlibê kir
Sibat 22, 2020 11:34 Asia/Tehran
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang kir ku "tevlihevî û tundiya li Idlibê were bidawîkirin û "agirbest" were pêkanîn.
Antonio Guterres li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku divê agirbesa lezgîn li Idlibê bi merema kutakirina karesata mirovî û girtina rê li ber giranbûna rewşê were pêkanînê.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wiha axivî: "Hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya êrîşên asmanî yên Rûsyayê ve salek e êrîşan didomîne. Vê mehê di navbera hêzên Sûriyê û Tirkiyê de pevçûnên giran derketin."
Herwiha Guterres bang kir ku pêşî li rageşiya mezin divê were girtim "tevlihevî û tundiya li Îdlibê were bidawîkirin û "agirbest" were pêkanîn.