Civîna taybet a Pûtîn digel Civata Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê derbarê Idlibê de
Qesra Kremlînê di daxûyanîyekê de ragihand ku Serokomarê wî welatî civîneke taybet digel Civata Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê derbarê dawîn alûgurên Idlibê de lidar xist.
Di daxûyanîya Qesra Kremlînê de hatîye: Di wê civînê de Serokwezîr, Cîgirê Serokê Civata Ewlehîyê, Rêvebirê Servîsa Istixbarata Derve û Wezîrê Berevanîyê yê Ûrsêtê pişikdar bûn.
Ji hêla din ve Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bi rêya telefonê derbarê rewşa Idlibê de gotûbêj kirin.
Erdogan ji Pûtîn re ragihandiye ku divê rê li ber krîza mirovî li Idlibê bê girtin.
Herwiha hatiye gotin ku Erdogan û Putîn pêgirî ser pabendbûna xwe ya bi peymanên derbarê vê mijarê de, kirine.
Herwiha li gor zanyariyan di wê peywendiya telefonî de Erdogan û Putîn tekez kirine ku çareserkirina krîza li Idlibê girêdayî cîbicîkirina rêkevtina Soçiyê ye.