NY nîgeranê birêketina ''gola xwînê'' li Idlibê ye
Sibat 21, 2020 13:59 Asia/Tehran
NY îro anku Îniyê li ser daxwaza xwe jibo rawestandina tundî û pevçûnan li bakurê rojavaya Sûriyê pêgirî kir û got: Renge dawiya van pevçûnan Hemameke Xwînê be.
Li gorî rapora ISNAyê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî pêgiriya li ser dilgiraniya xwe ji rewşa bakurê rojavaya Sûriyê (Idlib) ragihand ku nîgerana ihtimala veguherîna rewşa vê navçeyê bo Hemameke Xwînê ye.
Li gorî rapora Reutersê, Berdevkê Ofîsa hevahengiya karên mirovhezane ya NY ragihand ku derdora sedî 60ê ji 900 hezar kesên ku ji vê navçeyê reviyane û di devereke biçûk da kom bûne, zarok in.
Wî got: Ev Tundiya Hovane divê beriya ku "Bibe tiştek ku renge Hemama xwînê be" bi dwî were.