Li Şamê maşîneke bombekirî hat teqandinê; kuştî û birîndar hene
Sibat 18, 2020 15:04 Asia/Tehran
Di encama teqîna maşîneke bombekirî li navenda Şamê de kesek hat kuştinê û 2 kes jî birîndar bûn.
Îro danê êvarê maşîneke bombekirî li nêzîkî garajeke devera Bab ul Musellayê li navenda Şamê de teqîya ku di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Ligorî gotina rayedarên polîs, kuştî û birîndar kesên sivîl bûne.