Hêzên Sûriyê gihîştin ser sînorê Efrînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313317-hêzên_sûriyê_gihîştin_ser_sînorê_efrînê
Hêzên hikûmeta Sûriyê li bakurê rojavayê Helebê gihîştin sînorê herêma Efrînê ku niha di ذهد kontrola Tirkiyê û komên çete da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2020 11:42 Asia/Tehran
  • Hêzên Sûriyê gihîştin ser sînorê Efrînê

Hêzên hikûmeta Sûriyê li bakurê rojavayê Helebê gihîştin sînorê herêma Efrînê ku niha di ذهد kontrola Tirkiyê û komên çete da ye.

Hêzên hikûmeta Sûriyê şeva buhurî, di berdewamiya pêşveçûnên xwe yên li dijî komên çekdar û çete de, gundê Şêx Eqîl li bakurê rojavayê bajarê Helebê azad kirin.

Bi kontrolkirina gundê navborî, hêzên artêşa Sûriyê gihîştin ser sînorên herêma Efrînê.

Li gor agahiyan, hêzên hikûmeta Sûriyê herwiha derbasî herdu gundên Başimre û Zoq Kebîr ên navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê ve bûn. Ew gund digel hejmarek gundên din ên bajarokê Şêrawa di kontrola YPGê û hêzên Kurdî de ne.

Niha hêzên hikûmeta Sûriyê gihîştine ser sînorê herdu gundên Kibêşîn û Fafertînê yên li navçeya Şêrawa ku di destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ne.

Li aliyekî din, duh balafirên cengê yên Rûsyayê bo yekem car navçeyeke herêma Efrînê ya di jêr kontrola çekdarên girêdayî Tirkiyê de bombebaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine, balafirên şêrr Rûsyayê navbera herdu gundên Kibêşîn û Fafertînê bombebaran kirin.