Esed: Em dê hemî axa Sûriyê rizgar bikin
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku li herêma Idlib û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de berdewam in û em dê tevahiya axa Sûriyê azad bikin.
Beşar Esed Serokomarê Sûriyê got ku hêj şerê wan ê ji kontrolkirina tevahiya axa Sûriyê bidawî nebûye.
Beşar Esed diyar kir ku Şam û Heleb du baskên Sûriyê ne û baweriya wî bi “wefadariya xelkê Helebê” heye û şerê kontrolkirina gundên Helebê berdewam e.
Esed da zanîn ku li herêma Idlibê û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de didomin û hêj şerê wan ê ji bo kontrolakirina tevahiya axa Sûriyê didome û got: “Em dê tevahiya axa Sûriyê rizgar bikin.”
Serokomarê Sûriyê di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku dê li welatê xwe dawiyê li “hêzên terorist bîne” û aramiyê vegerîne welatê xwe.