Peydakirina gorna komî li derdora rojhilata Şamê
Sibat 17, 2020 13:21 Asia/Tehran
Hêzên artêşa Sûriyê gorneka komî li navça Dûmayê li derdora rojhilata Şama paytexta Sûriyê keşf kirin.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya SANA News`ê, ji vê gorna komî 70 termên eskeran û xelkê sivîl hatine peydakirin û operasyona kefkirina termên din didome.
Muhemed Mensûr serokê polîsê eskerî yê Şamê got: Ev gora komî li navça Mezari El-Ebê nêzîkî bajarê Dûmayê li Xûta rojhilata Şamê, ya eskeran û xelkê sivîl e ku komên terorîstî li salên 2012`an heta 2014an ew piştî rewandinê, îdam kiribûn.
Artêşa Sûriyê bi alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê karî piraniya axa welatê hanê ji lepên komên terorsîtî azad bike. Endamên mayî yên terorîstan jî li halê işkestê û ji destdayîna dawîn meqerên xwe li Sûriyê ne.