Serokê parlemana Sûriyê: Serketina li hember terorîzma tekfîrî hetmî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313271-serokê_parlemana_sûriyê_serketina_li_hember_terorîzma_tekfîrî_hetmî_ye
Serokê parlemana Sûriyê li merasima pêşewaziya ji serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li Şamê balkişand ser serketinên artêşa Sûriyê li bereyeên curbicur û got: Serketina hêzên sûrî li hember hemî komployan ji wna terorîzma tekfîrî hetmî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2020 14:47 Asia/Tehran
  •  Serokê parlemana Sûriyê: Serketina li hember terorîzma tekfîrî hetmî ye

Serokê parlemana Sûriyê li merasima pêşewaziya ji serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li Şamê balkişand ser serketinên artêşa Sûriyê li bereyeên curbicur û got: Serketina hêzên sûrî li hember hemî komployan ji wna terorîzma tekfîrî hetmî ye.

 Li gorî rapora IRIB news`ê,Hemûde Sebax, serokê parlemana  Sûriyê îro yekşemiyê li merasima pêşewzaiya ji Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Têhran û Şam li warên curbicur ji wan rawestana li ber terorîzmê, tekfîr û komployên dijminan peywendiên kûr bi hev re hene. 

 Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên pilebilind ên Sûriyê re vê sibê bi taximekê re gihêşt Şamê. 

 Larîcanî beriya ku bighêje  Şamê, Sûriyê wek welatên dost û bereya berxwedanê da zanîn û ser pêwîstiya hevkariya welatên navça rojava Asiyayê bo çareserkirina qeyranên vê navçê teqez kir.