Lavrov: Serketina Esed li Idlibê teqil û bêvegerr e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313265-lavrov_serketina_esed_li_idlibê_teqil_û_bêvegerr_e
Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê ragihand ku serketina Esed li Idlibê teqil û bêvegerr e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2020 14:10 Asia/Tehran
  • Lavrov: Serketina Esed li Idlibê teqil û bêvegerr e

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê ragihand ku serketina Esed li Idlibê teqil û bêvegerr e.

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê li rex Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê got ku serketina Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê li Idlibê weke dawîn çepera komên têrorîst teqil û bêvegerr e.

Lavrov herwiha got: Amerîkayê têkçûna DAIŞ`ê ragihand lê, ew hovana zivirîne.

 Eva di halekî da ye ku Hikûmeta Tirkiyê şandina leşkeran û alavên leşkerî bo piştevaniya hêzên wî welatî û çeteyên li Idlibê didomîne û herîdawîyê duh karwanekî serbazî pêkhatî ji çekên giran ji Aksarayê şande sinorê Sûriyê.

Di van rojên dawî de tevgera leşkerî, bombebaran û şer û pevçûn li Idlibê zêde bûne û hêzên hikûmeta ‎Sûriyê jî gihiştine nêzîkê Idlibê û 8 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî hatine dorpêçkirin.

Hêzên Artêşa Sûrîyê di 7 rojan de zêde ji 20 top û panzêrên ku Tirkîyê dabûn çeteyan li Idlibê ji nav birin.