Balafirên Sûrîye û Ûrsêtê çeperên Cebhet ul Nusrê dan ber bombeyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313247-balafirên_sûrîye_û_Ûrsêtê_çeperên_cebhet_ul_nusrê_dan_ber_bombeyan
Balafirên Sûrîye û Ûrsêtê çeperên Cebhet ul Nusrê li derdora bakura Helebê dan ber bombeyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2020 06:21 Asia/Tehran
  • Balafirên Sûrîye û Ûrsêtê çeperên Cebhet ul Nusrê dan ber bombeyan

Balafirên Sûrîye û Ûrsêtê çeperên Cebhet ul Nusrê li derdora bakura Helebê dan ber bombeyan.

Ligorî rapora Kanala Al Mayadeenê, Balafirên Sûrîye û Ûrsêtê çeperên Cebhet ul Nusrê li derdora bakura Helebê dan ber bombeyan. 

Ji hêla din ve, Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihand, ku Rêya M5 ya di navbera Şam û Helebê de, bi tevahî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûrîyê ve hate kontrolkirin.

Piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê çend navçe ji wan Fewca 46, Elmuhendisîn, Orum ElKubra, Orum Elsuxra, Şamîkoyê û rêya serekî M5 li rojavayê Helebê ji destê grûpên çekdar derxistin, niha berê xwe dane navçeya Şêx Eqîl û bajarokê Etaribê.

Di vê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku Rêya M5 ya di navbera Şam û Helebê de bi tevahî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye kontrolkirin.