Berdevkê HSD: Idlib wê radestî dewleta navendî ya Sûrîyê were kirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313239-berdevkê_hsd_idlib_wê_radestî_dewleta_navendî_ya_sûrîyê_were_kirinê
Berdevkê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) amajeyî alûgurên vê dawîyê yên Idlibê kir û got: Aşkra ye ku Idlib wê radestî dewleta navendî ya Sûrîyê bê kirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2020 14:44 Asia/Tehran
  • Berdevkê HSD: Idlib wê radestî dewleta navendî ya Sûrîyê were kirinê

Berdevkê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) amajeyî alûgurên vê dawîyê yên Idlibê kir û got: Aşkra ye ku Idlib wê radestî dewleta navendî ya Sûrîyê bê kirinê.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Mistefa Balî Berdevkê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) amajeyî alûgurên vê dawîyê yên Idlibê kir û got: Ligorî serederîya Receb Teyîb Erdogan û Vladmîr Pûtîn eyan e ku Idlib wê radestî dewleta navendî ya Sûrîyê were kirinê. Hevdîtinên rayedarên Îran-Ûrsêt-Tirkîyê li Astanê û rêkevtinên wan 3 welatana tam vê yekê nîşan didin.

Mistefa Balî herwiha got: Derbarê çareserkirina mayinde ya pirsgirêkan de he alîyê ku pêngavekê rake, em jibo hevkarîyê amade ne. Heke dewleta Şamê pêngavekê di çarçova çareserkirina sîyasî ya qeyranê da rake, em jî jibo lihevkirina digel dewleta navendî amade ne. Herwiha heke neyarên sûrî jî planeke rastî raber bikin, em jibo lihevkirina digel wan jî amade ne. 

Berdevkê Ragihandina HSDê herwiha rexne li gotinên Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê girtin ku gotibû, “Ti kesî Tirkiye venexwendiye Sûriyê” û got, “Berevajî wê Rûsyayê Tirkiye vexwend Sûriyê, Em weke Kurd Rûsyayê tohmetbar dikin bi xweşkirina rê jibo Tirkîyê jibo ku Efrînê dagir bike. Heke Ûrsêtê erê nekira û rê neda, Tirkiyê nedikarî bikeve Efrînê.”