Serdestiya artêşa Sûriyê ser Mearet El-Nesanê li derdora Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313232-serdestiya_artêşa_sûriyê_ser_mearet_el_nesanê_li_derdora_idlibê
Hêzên artêşa Sûriyê kontrola gundê Meret El-Neisanê li derdora Idlibê bi dest xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2020 13:28 Asia/Tehran
  • Serdestiya artêşa Sûriyê ser Mearet El-Nesanê li derdora Idlibê

Hêzên artêşa Sûriyê kontrola gundê Meret El-Neisanê li derdora Idlibê bi dest xistin.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, eskerên artêşa Sûriyê pêşdeçûnên xwe li şerê li hember tekfîriyan didomînin. 

 Li gor vê raporê, hêzên sûrî destekewta nû li şerê li hember terorîstan bi dest xistin. 

 Hêzên artêşa Sûriyê ser gundê Mearet El-Nesanê li derdora Idlibê serdets bûn. 

 Ev destkewta artêaş Sûriyê piştî pevçûnên berdewam bi terorîstên bereya El-Nusre li derdora Idlibê cih hat. 

 Hêzên berxwedana  sûrî li pêşdeçûnên xwe li derdora Helebê karîn ku ser meqera herî mezin a  bereya El-Nusre serdest bibûn. 

 Bi vî awayî, artêşa sûriyê ser navça stratejîk a Orem  El-Kobrayê yanê meqera herî mezin a bereya El-Nusreyê li başûrê rojava Helebê serdest bûn. 

 Raporên medyayî jî nîşan didin ku artêşa Tirkiyê xwe bo şandina  bi dehan kes ji hêzên taybet ên eskerî û karzan bo Idliba Sûriyê amade dikin. Biryar e ev kiryara ji riya derbasgeha sînorî ya Bab Ul-Hewayê cih were. 

Eva li halekê ye ku navenda nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê duh raghand ku hêzên eskerî yên Tirkiyê û komên ser bi wê êrişên topxaneyî li dijî navçên curbicur ên Tiltemerê cih anîne. 

 Vê navendê teqez kir ku gundê Tewîlê û Til Tewîlê ser bi navça Til Temer ketin ber êrişên topxaneyî yên hêzên Tirkiyê û hevpeymamnên wan. 

 Hêjayî gotinê ye ku dewleta Sûriyê bi caran ser dijberiya xwe li hember êrişên hêzên Tirkiyê ser vî welatî teqez kirine.