Artêşa Sûriyê du bajarokên din li derdora Helebê azad kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313184-artêşa_sûriyê_du_bajarokên_din_li_derdora_helebê_azad_kirin
Artêşa Sûriyê di encama berdewamkirina operasiyona xwe li derdora riya navneteweyî ya Heleb-Şamê de karî du bajarokên Kefer Hûm û Rîf El-Muhendisîn li derdora Helebê ji bin lepên terorîstan derxînin û azad bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2020 05:48 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê du bajarokên din li derdora Helebê azad kirin

Artêşa Sûriyê di encama berdewamkirina operasiyona xwe li derdora riya navneteweyî ya Heleb-Şamê de karî du bajarokên Kefer Hûm û Rîf El-Muhendisîn li derdora Helebê ji bin lepên terorîstan derxînin û azad bikin.

Kanala Al-Alamê ragihand ku Artêşa Sûriyê bi azadkirina van du bajarokan gihêştiya heft kîlometriya başûra Helebê daku ji wir bikarin kontrola tam a riya navneteweyî ya Heleb-Şamê ku sînorên Sûriyê li Tirkiyê û Urdinê girê dide bêxe destê xwe.

Bi azadbûna parêzgeha Idlibê û hin deverênderdora Helebê û rojhilata Laziqiyê êdî terorîsm bi tûm li Sûriyê kokbir dibe.

Artêşa Sûriyê roja çarşemê jî çend deverên din li derdora rojavayê Helebê ji bin lepên terorîstan derxistin.

di vê çarçovê de Artêşa Sûriyê gundên Şêx Elî, erade û ernazê li derdora rojavayê Helebê azad kirin. Ev sê gund li ser riya mezin a Heleb-Şamê cih girtine.