Hikûmeta Sûriyê: Êrişên Tirkiyê jibo parastina têrorîstan dê ser nekevin
Fermandariya Hêzên hikûmeta Sûriyê got, êrişên Tirkiyê yên bi armanca parastina terorîstan wê ser nekevin û ragihand ku ew ê bersiva êrişên Tirkiyê bide.
Fermandariya Hêzên Sûriyê di daxûyanîyekê da ragihand: "Rejîma Tirkiyê kiriyarên xwe yên dijminahî û binpêkirinên xwe yên leşkerî li ser xaka Sûriyê didomîne ku li dijî qanûnên nevnetewî û xala serdestiya dewletên serbixwe ye. Rejîma Tirkiyê bi vê yekê hewl dide pêşketina artêşa ereb a Sûrîyê rawestîne û nehêle rêxistinên terorîst ên çekdar ên di lîsta terorê ya navdewletî de li Idlib û rojavayê Helebê de werin têkbirinê."
Di dewama daxûyanîya Fermandariya Hêzên hikûmeta Sûriyê got: "Êrişên Tirkiyê wê di parastina terorîstên tundraw ên çekdar de ser nekevin."
Fermandariyê ragihand ku "Rejîma Tirkiyê komek nû ya leşkerî derbasî herêmê kir û êrişên xwe yên li ser herêmên tijî sivîl û nuqteyên leşkerî bi topan zêde kirin da ku alîkariyê bide terorîstan ku serweriya xwe li ser xakê bidomînin û sivîlan wekî rehîn û metalên zindî bi kar bînin."
Fermandariyê di dawiya daxuyaniyê de ragihand: "Hêzên me yên leşkerî cihanîna erkên xwe yên destûrî û niştimanî didomînin û amade ne bersiva êrişên hêzên dagirker ên Tirk bidin."